Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Hindistanê 654, li Brezîlyayê 614, li Meksîkayê jî 342 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Hindistanê 654, li Brezîlyayê 614, li Meksîkayê jî 342, kes mirin.

Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Hindistanê 654, li Brezîlyayê 614, li Meksîkayê jî 342 kes mirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 654 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 33 hezar û 425an.

Li welêt di 24 saetan da 47 hezar û 704 hezar waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek 483 hezar û 157an.

Li Hindistanê 952 hezar û 744 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 614 kesî va hejmara miriyan derket 87 hezar û 618an, hejmara pêketiyan jî 23 hezar û 284 kes zêde bû derket 2 milyon û 442 hezar û 375an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 487 hezar û 654 kes bi vîrusê ketin û 21 hezar û 676 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû milyonek û 667 hezar û 667.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 342 kesan va hejmara miriyan derket 44 hezar û 22 kesan.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 4 hezar û 973 kes zêde bû derket 395 hezar û 489an.

Li welêt hetanî niha 256 hezar û 777 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE