Di 24 saetên dawîn ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 561 li Hindistanê 803 kes mirin

Di 24 saetên dawîn ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 561 li Hindistanê 803 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 561 li Hindistanê 803 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yê Brezîlyayê bi mirina 561 kesî va li welêt hejmara miriyan derkete 94 hezar û 665 kesan, hejmara pêketiyan jî 16 hezar û 641 zêde bû û derkete 2 milyon û 750 hezar û 318 kesan.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 560 hezar û 218 kes bi vîrusê ketin û 23 hezar û 365 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîn û pak bûn jî bû milyonek û 912 hezar û 319.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû wekî navenda nexweşiyê.

- Hindistan

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 803 kesî va hejmara miriyan derket 38 hezar û 938an.

Di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 52 hezar û 50 kes zêde bû û derket milyonek û 855 hezar û 746 kesan.

Hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîn û pak bûn jî bû milyonek û 230 hezar û 510.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE