Êrîşên rejîma Hêzên Esed ên li ser îdlibê dewam dikin. Di 4 rojan de 44 hezar sivîlî koçî sînorê tirkiyê kir. Sûriyeyî xwe li cihên ewle digrin û di sir û seqemê de di konan de dijîn.
Rejîma Esed ji beja û hewayê lê dide.
Bombeyan dibarînin ser bêgunehan.
Sivîl ji Îdlibê, ber bi cihên ewle ve direvin.
Di 4 rojên dawî de ji Maret el Nûman û der dora wê 44 hezar kesan koç kir.
Sivîlên ku zêdetir jin û zarok in, direvin sînorê Tirkiyê.
Ji meha mijdarê û vir ve hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûn 328 hezar derbas kir.
Îdlibî, di konan de di nav şerd û mercên zahmet de dijîn.
Di nav herî û hewaya sar de li ber xwe didin..
Êrîşên ku bi dawî nabin, dibin sedema koçberiyê.
Xelkê Cebel ez-Zeviyeya ku li başûrê Îdlibê ye dixwaze ji wir bireve.
Metirsî ew e ku 250 hezar însan cih û malên xwe biterikîne.
Hejmara kesên ku xwe sipartin sînorê Tirkiyê, di 2019an de milyonek kes derbas kir.