Jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) a di personel û endamên eskeran ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da derket 1648an, jimara miriyan jî derket 6an.
Di daxuyaniya Pentagonê da hat gotin ku jimara eskerên ku testa wan a Kovîd-19ê pozîtîf derket bû 978, jimara miriyan jî 1 e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji personelê sivîl testa 306 kesan pozîtîf derket, 2 kes jî mirin.
Hat ragihandin ku di endamên malbatên eskeran da jimara waqayan derket 256an, mirî jî 1 e, di kesên ku wek personelên bipeyman peywir dikin jî 108 e, jimara miriyan jî derket 2yan.
AA