Di bahoza Florenceyê da hejmara miriya zêde dibe

Bahoza Florenceyê li hêla rojhilatê ya Amerîkayê da û hejmara kesên ku li Carolînaya Bakur û Başûr mirin derket 11an

Di bahoza Florenceyê da hejmara miriya zêde dibe

Bahoza Florenceyê li hêla rojhilatê ya Amerîkayê da û hejmara kesên ku li Carolînaya Bakur û Başûr mirin derket 11an.

Ji roja înê pê va li peravên Carolînayê bahoza Florenceyê tê û bahoz piştî ku gihîşte qeraxan veguherî bagera tropîk.

Di baran û bagera ku firtoneya tropîkê bû sedem da meriv mirin. Rayedaran diyar kir, hejmara kesên ku li Carolînaya Bakur û Başûr mirin derket 11an.

Hatibû gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Corolînaya Bakur wek herêma bobelatê îlan kir û dibe ku hefteya pêş herêmê ziyaret bike.

Ava lehiyê li Carolînaya Bakur û Başûr da bin gelek malan. Rayedaran hişyarî da û gotin dibe ku ava lehiyê heta mêtreyekî bilind bibe û li du eyaletan ji milyonekî zêdetir kes bê cayran man.

Li bajarê Wilmingtonê yê Carolînaya Bakur jî bagerê dar xistin, lehî rabû û avê da bin gelek malan û şofêr bi wesayîtên xwe va di nav avê da man.

Ji ber bahozê ji 2 hezarî zêdetir firînên balafiran jî hatin betalkirin.

Li gor texmînê 10 milyonî zêdetir kes di tesîra bahozê da bimînin û bi qasî 170 milyar dolarî zirarê bide xaniyan.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2018, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE