Di balafira eskerî ya ku li Filîpînan ket da herî kêm 17 kes mirin

Di balafira eskerî ya ku li Filîpînan ket da herî kêm 17 kes mirin

Li başûrê Filîpînan balafira eskerî wexta danînê ket û herî kêm 17 kes tê da mirin.

Wezareta Parastinê ya Filîpînan daxuyand, balafira eskerî ya tîpa C-130î ku tê da herî kêm 85 kes hebûn, li Girava Joloyê ya li ser eyaleta Suluyê dema danînê li gundê Bangkalê yê li ser bajaroka Patîkulê ket.

Delfin Lorenzanayê Wezîrê Parastinê diyar kir, di qezayê da heta niha 40 kes hatin xelaskirin, herî kêm 17 kes jî mirin.

Lorenzana daxuyand ku di balafirê da 3 pîlot, 5 wezîfedarên kabînê hebûn, wekî din personelên eskerî bûn.

General Cirilito Sobejanayê Sererkanê Filîpînan jî daxuyanî dabû û wiha gotibû "Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji bo xelaskirina kesên din li herêmê dixebitin."

Hat gotin ku balafirê kesên ku ji dibistana eskerî nû mezûn bûbûn, dibir cihê wezîfeyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE