Di bin sîwana Pentagonê da şaxeke nû: "Hêza Peywira Çînê"

Biden ragihand di bin sîwana Pentagonê da şaxeke bi navê "Hêza Peywira Çînê" hat damezirandin

Di bin sîwana Pentagonê da şaxeke nû: "Hêza Peywira Çînê"

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, di bin sîwana Wezareta Parastinê (Pentagon) da şaxeke bi navê "Hêza Peywira Çînê" ku dê bi tenê li ser Çînê hûr bibe, hat damezirandin.

Biden ku hefteya çûyî Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ziyaret kir û parametreyên polîtîkaya derva ya welêt eşkere kirin, duh jî Pentagon ziyaret kir.

Biden ligel Wezîrê Parastinê Lloyd Austin, alîkarên wezîr, Sererkan Orgeneral Mark Milley û fermandarên hêzan bi qasî saetekê hevdîtin kir û dû ra jî xîtabî personelê wezaretê kir.

Biden di axaftina xwe da dema behsa xetere û gefên dijî Amerîkayê kir, wiha got, "Min îro agahî wergirt ku di bin sîwana Wezareta Parastinê da şaxeke nû ya bi navê Hêza Peywira Çînê hat damezirandin ku stratejî, konsepta operasyonel, bicihkirina hêzê jî di navê da dê li ser gelek mijaran hûr bibe."

Biden destnîşan kir, ev şaxa ku ji sivîl û eskeran pêk tê, heta çend mehan dê li ser Çînê pêşniyazan pêşkêşî Pentagonê bikin.

Di daxuyaniya Pentagonê ya li ser Hêza Peywira Çînê da wiha hat gotin, "Xebata sereke ya Hêza Peywira Çînê ya Wezareta Parastinê polîtîka, bername û analîzkirina pêvajoyan ên der heqê Çînê da ye."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, sivîl û esker tevda şax dê ji 15 kesan pêk were û her wiha Misteşarê Taybet ê Wezareta Parastinê Dr. Ely Ratner bo dîrektoriya Hêza Peywirê hat tayînkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE