Berdevkê Dezgeha Alîkariya Bilez a Îranê Mucteba Xalidî diyar kir ku di bobelata lehiyê ya ku li welêt li 7 eyaletan rabû da hejmara miriyan derket 7an
Li gorî Ajansa Nûçeyan Farsê, Xalidî wiha got, "Ji ber barana gumrah li eyaletên Hurmizgan, Bûşehr, Fars, Sîstan-Belûcistan, Qûm, Gîlan û Kîrmanê bobelata lehiyê rabû. 7 kes mirin, 9 kes birîndar bûn."
Xalidî herwisa destnîşan kir ku li Rûdana navçeya Hurmizganê jî 2 kes wenda ne.
Xalidî herwiha di daxuyaniya xwe ya duh da jî ragihandibû ku di bobelata lehiyê da 3 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.