Di bobelatên li rojavayê Amerîkayê da zirara can û mal zêde dibe

Waliyê Kentuckyê Andy Bashear diyar kir ku li herêma çiyayî ya eyaletê ji ber barana zêde lehî rabû û hezaz çêbûn û duh 26 kes miribûn û hejmara miriyan derket 35an.

Di bobelatên li rojavayê Amerîkayê da zirara can û mal zêde dibe

 Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê cesedê 2 kesên di şewatê da can dane hat tespîtkirin û hat gotin ku li Kentuckyê jî hejmara kesên di lehî û hezazê da mirine jî gihîşt 35an.

Li Calîfornîaya ku agir bi daristanê ketiye û hê jî dewam dike da di wesayîteke şewitiye da cesedê 2 kesan hat dîtin.

Agirê li Calîforînayê bi daristanê ketiye ji bo mal û şêniyên herêmê tehdîdeke mezin e.

Li Kentuckyê hejmara kesên di lehî û hezazê da mirin gihîşt 37an

Waliyê Kentuckyê Andy Bashear diyar kir ku li herêma çiyayî ya eyaletê ji ber barana zêde lehî rabû û hezaz çêbûn û duh 26 kes miribûn û hejmara miriyan derket 35an.

BBCyê jî di nûçeyeke xwe ya spart rayedarên Amerîkayî da ragihand ku hejmara miriyan derket 37an û Walî Bashear jî destnîşan kir ku tirsa wan ew e hejmara miriyan zêde bibe.

Bashear destnîşan kir ku li herêmê lehî zêde bû û bayê tê jî dibe bibe sedema zirar û ziyanên din û ji bo vê jî şêniyên herêmê hişyar kir ku bila baldar bin.

Fermandarê Mihafizên Neteweyî yên Amerîkayê Orgeneral Daniel Hokanson jî got ku ji herêma afatê lê xist nêzî 400 kes bi firokeyan hatin xilaskirin, 12 hezar kes bê ceyran man û nêzî 300 kesî jî xwe spartin bereqeyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE