"Di çalakiyan da 8 sîxurên CIAyê hatin girtin''

Di protestoyên dijî zema benzînê da 8 kes bi îdiaya ku sîxurên CIA'yê ne, hatin binçavkirin.

"Di çalakiyan da 8 sîxurên CIAyê hatin girtin''

Li Îranê di protestoyên dijî zema benzînê da 8 kes bi îdiaya ku sîxurên Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) ne, hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Îstixbarata Îranê hat dayîn, li welêt 6 kes bi hinceta ku di çalakiyan da telîmatên CIAyê yê bicîhanîne û 2 kes jî ku agahî şandine welatên derva va hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku CIA alîkariya pere dide hin rojnamevanên ku li welêt dixebitin.

Li Îranê ji ber ku 3 caran zem li ser benzîn hatibû kirin, xwepêşandanên zema benzînê di 15ê mijdarê da dest pê kirîbûn û li gelek bajarên welêt belav bûbûn.

Di xwepêşandanan da gelek banqe, market û îstasyonên benzînê hatibûn şewitandin, 7 hezar kes jî hatibûn binçavkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kiribû ku di çalakiyan da herî kêm 143 kes hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE