Di çalakiyên li Besraya bajarê Iraqê da 2 kes hatin kuştin

Çavkaniyekî nexwest navê xwe bide yê ji Daîreya Tenduristiya Besrayê daxuyanî da û diyar kir ku cesedê 2 çalakvanan anîn nexweşxaneyên li bajêr û bi dehan birîndar hene.  

Di çalakiyên li Besraya bajarê Iraqê da 2 kes hatin kuştin

Di çalakiyên li Besraya bajarê Iraqê hatin lidarxistin da di encama midaxeleya hêzên ewlekariyê da 2 çalakvan hatin kuştin

Çavkaniyekî nexwest navê xwe bide yê ji Daîreya Tenduristiya Besrayê daxuyanî da û diyar kir ku cesedê 2 çalakvanan anîn nexweşxaneyên li bajêr û bi dehan birîndar hene.  

Çavkanî destnîşan kir ku herdu kesên hatin kuştin û kesên birîndar bûn bi fîşengên rastî hatine lêxistin, ji ber xaza rondikrêj jî gelek aciz bûn.

Wekî mayîn şahidên bûyerê gotin ku hêzên ewlekariyê midaxeleyî protestoyên li pêşiya Walîtiya Besrayê kirin, fîşengên rastî agir kirin û herdu kes jî bi wan guleyan hatin kuştin.

Roja pêncşemê jî hêzên ewlekariyê midaxleyî çalakvanên li pêşiya Walîtiya Besrayê kiribûn û 8 kes hatibûn kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE