Di çalakiyên li Zîqarê da hejmara kuştiyan derkete 20 kesî

Komîsertiya Mafên Mirovan ya Iraqê duh ji bo sikunetê bangî terefan kiribû û gotibû dibe 'qetlîamên nû' çêbibin. 

Di çalakiyên li Zîqarê da hejmara kuştiyan derkete 20 kesî

 Li Zîqara bajarê Iraqê jimara kuştiyên ku di encama çalakiyên dijî hikûmetê da hatibûn kuştin, derket 20 kesî. 

Li gor agahiyên ku ji xebatkarekî ji Îdareya Tenduristiyê ya Zîqarê hatin hildan, hêzên asayîşê roja înê dijî çalakvanan fîşengên rasteqîn emilandin. Di bûyeran da 20 kes hatin kuştin, 160 kes birîndar bûn. 

Komîsertiya Mafên Mirovan ya Iraqê duh ji bo sikunetê bangî terefan kiribû û gotibû dibe 'qetlîamên nû' çêbibin. 

Li Nasiriyê ji roja pencşemê vir va di bûyeran da 47 çalakvan hatin kuştin. 

- Xwepêşandinên li Iraqê

Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da protestoyan dest pê kiribû û heta niha di protestoyan da ji 300î zêdetir meriv hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes birîndar bûn.

Li paytext Bexda di serî da li bajarên başûr û yên naverasta Iraqê xwepêşandan dewam dikin, li dijî nifûza Îranê ya li welêt jî bertek tên dayîn.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE