Di cejna qurbanê de xebatên alîkariyê

Saziyên Tirkiyê li herêmên Mertalê Firatê,Şaxa Zeytûnê û Kaniya Aştiyê 1850 qurban dan

Di cejna qurbanê de xebatên alîkariyê

Li Efrînê komele û Saziyên Tirkiyê ji bo ku di cejnê de dilê zarok û mezinan xweş bikin, bê navber dixebitin. Gelek komele li gelek bajarên Sûriyê qurbanan serjê dikin. Goştê wan didin feqîr û mexdûrên şerê navxweyî.

Li bakûrê Sûriyê xizmetên komeleyên Tirkiyê di cejnê de jî dewam dikin.

Komeleyeka alîkariyê ji bo

sêwî û mexdûran qurbanan serjê dike.

Komeleyê heta niha tenê li Efrînê 750 qurban serjê kirin.

Endamên komeleyê serê malê 5 kîlo goşt belav kirin.

Tê ragihandin ku saziyên Tirkiyê li herêmên Mertalê Firatê,Şaxa Zeytûnê û Kaniya Aştiyê heta niha 1850 qurban serjê kirine.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE