Di Çiyayê Agirîn ê Etnayê yê li Îtalyayê da cardin teqîn çêbû

Di Çiyayê Agirîn ê Etnayê yê li Îtalyayê da cardin teqîn çêbû

Etnaya çiyayê agirîn a ku dikeve başûrê Îtalyayê bi şev cardin teqiya û lav pijiqand.

Çiyayê Agirîn ê Etnayê li Girava Sîcîlyayê ye û 3 hezar û 326 mêtre bilind e. Piştî meha rêbendanê cara ewil di 16ê sibatê da teqiyabû û teqîna volkanîk îşev cardin dest pê kir.

Li gor nûçeyên çapemeniya Îtalyayê, piştî ku di kratera başûrê rojhilat ê çiyayê agirîn da teqîn çêbûn, qasî 600 û 700 mêtreyî lav jê herikî. Hat gotin ku herikîna lavê li bajarê Katanya û derdora wê jî hat dîtin.

Ji ber ku ji çiyê lav pekiya, li ser gundên Zafferana, Flerî, Acîrealeyê xwelî barî.

Hat gotin ku teqîna volkanîk destê sibê kêm bû.

Di vê navberê da ji ber teqînên çiyayê agirîn, li herêmê erdhejên volkanîk ên piçûk jî çêbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE