Di erdheja Albanyayê da jimara miriyan derket 31an

Li Albanyayê di erdheja ku 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê bi lerza 6,3yan çêbû da jimara kesên ku mirin derket 31an.

Di erdheja Albanyayê da jimara miriyan derket 31an

Li Albanyayê di erdheja ku 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê bi lerza 6,3yan çêbû da jimara kesên ku mirin derket 31an.

Li herêmê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên Tirk di serî da ji gelek welatan ekîb hatin û ji bo ku kesên bin enkazan da ne derxin, xebatan didomînin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Albanyayê da hat ragihandin ku jimara kesên ku di erdhejê da mirin, derket 31an.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Civakî jî di erdhejê da 8 jê birîndarên giran bi tevahî 658 kes birîndar bûn.

Bi biryara Lijneya Wezîran a Albanyayê ji ber erdhejê li paytext Tîran û Diraçê ji bo 30 rojî rewşa afata siruştî hat îlankirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Zanistên Erd, Vejen, Av û Jîngehê ya Albanyayê (IGJEUM) hat dayîn, li Behra Adriyatîk bi lerza 5,6an erdhejeke din jî çêbû.

Her wiha IGJEUMê daxuyand ku piştî erdheja mezin jê yek bi lerza 5an bi tevahî 524 erdhejên din yên biçûk çêbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE