Hat ragihandin li Sulawesiya girava Endonezyayê hejmara kesên di erdheja ku roja înê çêbû û tsunamiya piştî erdhejê çêbû da mirin, gihîşte 832yan.
Berdevkê Rêvebiriya Ajansa Afata Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyand hejmara kesên di erdhej û tsunamiyê da mirin gihîşte 832yan.
Nugroho got li bajarê Paluyê 821, li bajarê Donggalayê jî 11 kes mirine.
AA