Di erdheja Endonezyayê da hejmara miriyan zêde dibe

Hejmera kesên ku di erdhej û tsunamiya li Grava Sulawesiyê ya Endonezyayê da mirin derket 2 hezar û 65an

Di erdheja Endonezyayê da hejmara miriyan zêde dibe

Hejmera kesên ku di erdhej û tsunamiya li Grava Sulawesiyê ya Endonezyayê da mirin derket 2 hezar û 65an.

Li gor nûçeya rojnameya Republikayê, rayedarên eskerî yên li herêmê diyar kirin ku di erdhej û tsunamiya ku di 28ê îlonê da çêbû û heta niha, hejmara miriyan derket 2 hezar û 65an.

Rayedaran diyar kir ku piştî erdhej û tsunamiyê li ser cabdayîna malbatan 680 kes jî winda ne.

Li herêmê bi awayekîfermî xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin, lê rayedar dibêjin ku wê îro bi dawî bibe. Dibe ku dildar û eqrebayên malbatên winda xebatên lêgerînê bidomînin û xebatên rewşa acil yên li herêmê jî wê heta dawiya mehê bidomin.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kiribû piştî afata li herêmê 82 hezar û 775 kes jî cih guherandine, di erdhejê da 67 hezar û 310 avahî zirar dîtine.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kiribû ku di 28ê îlonê da li bakurê Endonezyayê di Grava Sulawesiyê da 27 kîlomêtre aliyê bakurê Korfeza Paluyê bi lerza 7,5ê erdhej çêbûbû.

Piştî erdhejê tsunamiyê li bajarên Dongala û Pauloyê xistibû.

Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 11:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE