Serokwezîrê Filistînê Mihemed Iştiye seba xelaskirina Qayid el-Fesfûsê ku 122 roj in di hebsa Îsraîlê da ketiye greva birçîbûnê û li gor gotinê rîska mirina wî heye, bangî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku acil têkevin dewrê.
Berdevkê Hikûmeta Filistînê Îbrahîm el-Mulhîm daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku rewşa tenduristiya Fesfûs pir xerab e.
El-Mulhîm got: "Serokwezîr seba xelaskirina Filistîniyê ku 122 roj in ketiye greva birçîbûnê bangî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku têkevin dewrê û xwest ku hemû girtiyên ku ketine greva birçîbûnê werin berdin."
Sepana "girtina îdarî" ya Îsraîlê
Îsraîl bi sepana ku navê wê daniye "girtina îdarî" va li ser agahiyên îstixbaratê Filistîniyan ji mehekê heta 6 mehan digire û dixe hepsê.
Li gor daneyên Cemiyeta Hêsîrên Filistînî ji 6ê îlonê pê va di hepsên Îsraîlê da 520 jê "girtiyên îdarî" bi tevahî nêzî 4 hezar û 650 Filistînî hene. Nêzî 200ê wan zarok in.AA