Di hevdîtina şêwirmendên lîderên Fransa, Almanya, Rûsya û Ukraynayê da pêşketinek çênebû

Di hevdîtina şêwirmendên lîderên Fransa, Almanya, Rûsya û Ukraynayê da pêşketinek çênebû

Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) di nûçeya xwe da ragihand ku hevdîtina qasî 10 saetî bi zor û zehmet dewam kir û aliyê Fransa û Almanyayê bi eşkere rewşên cihê û alternatîfên çareseriyê yên curbecur pêşkêş kirin.

Di nûçeyê da hat gotin ku beşdariyên civînê ji bo civîna din jî biryar dan ku wê di meha adarê da bikin.

Hat gotin ku nûnerên Fransa û Almanyayê bi bîra hemû aliyan xistin ku wê hemû kesên beşdar dibin gorî Peymana Mînskê tevbigerin û ji bo sepandina wê peymanê jî xebat wê dewam bikin.

Nûnerê Ûris Dmitry Kozak jî destnîşan kir ku di civînê da li ser fikrekê îtifak pêk nehat û Rûsya û Ukrayna di mijara lihevkirinê da wek hev nafikirin.

Kozak got ku rêveberiya Ukraynayê di mijara pêşeroja Donbasê da tu fikr û ramana xwe parve nake û wiha domand: "Ev heşt sal e wekî sir vedişêrin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Kozak got ku Almanya û Fransa piştevaniya plana aştiyê dikin lê di mijara sepandina xalan da zorê nadin Ukraynayê.

Nûnerê Ukraynayê Andriy Yermak jî got ku di hevdîtinan da tu pêşketin çênebû.

Şêwirmendên lîderên Fransa, Almanya, Ukrayna û Rûsyayê ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynayê cara ewil di 26ê Rêbendanê da li Parîsa paytextê Fransayê civîn kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE