Li Ganayê di 7ê berfanbarê da hilbijartina serokatiya dewletê û parlamenteriyê hat kirin û di hilbijartinê da bûyerên tundiyê derketin û 5 kes tê da hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Xizmetên Polêsan a Ganayê hat dayîn, li welêt duşemê hilbijartin hat kirin û li 21 herêmên hilbijartinê bûyerên tundiyê derketin.
Di bûyerên tundiyê da 5 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Dîrektorê Polês û Karên Qamûyê yê Ganayê bûyerên ku di hilbijartinê da derketin, şermezar kir û diyar kir, ji bo ku piştî hilbijartinê bûyerên tundiyê dernekevin tevdîr hatin hildan.
Li welêt di 7ê berfanbarê da hilbijartina serokatiya dewletê hat kirin û 12 namzed ketin hilbijartinê. Serokê Dewletê yê niha Nana Addo-Dankwa Akufo-Addo ji sedî 51,59ê dengan hilda û cardin weke serok hat hilbijartin. AA