Di hilbijartina Îsraîlê da partiya Netanyahu bû yekemîn

Li gor anketên sandoqan ên ku di têlevîzyonên Îsraîlê da tên weşandin, Lîkuda partiya Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîr 33 parlamenter qezenc kir û bû partiya yekemîn.

Di hilbijartina Îsraîlê da partiya Netanyahu bû yekemîn

Li gor anketên sandoqan ên ku di têlevîzyonên Îsraîlê da tên weşandin, Lîkuda partiya Binyamîn NetanyahuSerokwezîr 33 parlamenter qezenc kir û bû partiya yekemîn.

Li gor Kanal13ê li Îsraîlê di nav du salên dawîn da cara çarem e ku hilbijartina giştî ya pêşwext tê kirin û di hilbijartinê da bloqa rastgir a ku wê piştgiriyê bide Lîkudê 54 parlementer qezenc kir.

Partiya Yamînayê 7 parlementer qezenc kir û ket meclisê. Îhtimal heye ku ev partî piştgiriyê bide Netanyahu. Heke ev partî jî piştgiriyê bidê, jimara parlementerên ku wê piştgiriyê bidin Netanyahu dertê 61ê û ev jî ji bo avakirina hikûmetê têrê dike. Meclisa Îsraîlê bi tevahî ji 120 parlamenteran pêk tê.

Di hilbijartinê da partiya Yeş Atîdê bû partiya duyemîn.

Tê payîn ku Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Îsraîlê sibê encamên neteqez eşkere bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE