Di Konsolxaneya Îranê da alaya Iraqê vekirin

Li bajarê Kerbelaya gelek xwepêşandêran di avahiyê Konsolxaneya Îranê da alaya Iraqê vekirin.

Di Konsolxaneya Îranê da alaya Iraqê vekirin

Li Kerbelaya bajarê Iraqê gelek xwepêşandêran di avahiyê Konsolxaneya Îranê da alaya Iraqê vekirin.

Xwepêşandêrekî Iraqî Huseyn En Nasirî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi sedan kes li ber Konsolxaneya Îranê civiyan û li ber deriyê konsolxaneyê alaya Iraqê vekirin.

Nasirî got xwepêşandêr neketin hundirê avahiyê lê ji dîplomatên Îranî ra gotin terka welêt bikin, dirûşme berz kirin û kevir avêtin konsolxaneyê.

Li bajarê Zîkarê jî xwepêşandêran înşeata mala Sekreterê Giştî yê Konseya Wezîran Hemîd El Xazî şewitandin, polêsan guleyên rastîn berda wan û xaza rondikrêj avêt ku xwepêşandêr belav bibin.

- Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê

Li Iraqê hin herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku ji 1ê Cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê di 25ê Cotmehê da dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên başûr û naverasta welêt belav bûn da ji serê cotmehê vir va ji 200 kesî zêdetir mirov hatin kuştin, qasî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî daxuyandibû li Iraqê di xwepêşandanên ji serê cotmehê vir va dewam dikin da 229 xwepêşandêr hatine kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE