Di lehî û hezaza li Îtalyayê de hejmara miriya zêde bû

Li bakur û başûrê Îtalyayê ji ber barana gur lehî rabû û hezaz çêbû û hejmara kesên ku di lehî û hezazê da mirin derket 30î

Di lehî û hezaza li Îtalyayê de hejmara miriya zêde bû

Li bakur û başûrê Îtalyayê ji ber barana gur lehî rabû û hezaz çêbû û hejmara kesên ku di lehî û hezazê da mirin derket 30î.

Li gor nûçeyên çapemeniya Îtalyayê li welêt ji hefteyekê zêdetir e ku bahoz rabûye û barana gur dibare. Baranê lehî rakir û hezaz çêbû. Hejmara kesên ku di lehî û hezazê da mirin derket 30î.

Ji ber lehî hezazan ji 14 milyonî zêdetir daran jî xesar dîtin.

Ji bo 6 herêmên welêt elerma firtoneyê hatiye dayîn.

Herêma ku firtoneyê herî zêde lê da herêma Liguryayê ye. Li herêmê ji 20 hezarî zêdetir kes bê ceyran mane.

Li Venedîka ku dikeve bakurê rojhilata welêt jî ji sedî 75ê bejahiya bajêr lehî rabûbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 10:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE