Di lehiya li Îranê da hejmara miriyan derket 27an

Hetanî nika di lehiyê da li Şîrazê 19, li Kohgîluye-Buyer Ehmedê 2, li Kîrmanşah, Loristan, Hûzistan û Sîmnanê ser her eyaletê yek meriv mirin

Di lehiya li Îranê da hejmara miriyan derket 27an

Li Îranê hejmara kesên ji ber lehiya kêmzêde 10 roj e dewam dike mirin gihîşte 27an.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îranê da hatin weşandin, ji eyaletên Kohgîluye-Buyer Ehmed û Sîmnanê xeber tên ku hin kesên din jî ji ber lehiyê mirine û hejmara miriyan her diçe zêde dibe.

Li gor agahiyên hatin sitandin, li piraniya welêt şilî dibare û ji ber vê jî lehî radibe, hetanî nika di lehiyê da li Şîrazê 19, li Kohgîluye-Buyer Ehmedê 2, li Kîrmanşah, Loristan, Hûzistan û Sîmnanê ser her eyaletê yek meriv mirin. Wekî mayîn li eyaleta Gulistanê do êvarê keleka ekîba alîkariyê tê da bû serobino bû û di qezayê da 2 kes mirin. Ji ber lehiyê bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li Îranê 31 eyalet hene û li 25 hebên wan barana gur dibare ji ber vê jî lehî radibe. Tê gotin ku ji ber lehiyê kêmzêde 300 navçe û gund hewcedarê alîkariya acil in.

Murteza Selîmiyê Serokê HÎVa Sor a Îranê got, "Hetanî nika alîkari gihandin 43 hezar û 595 kesên li 293 bajar û gundan."

Wekî mayîn Saziya Meteorolojiyê diyar kir ku şilî ew ê îro jî bibare û dibe ku li Tehrana paytext û Îsfehanê û bajarên din lehî rabe.

Li bakur, bakurê rojhilat, rojava, başûrê rojava û nav Îranê ji hefteya borî vir da şilî dibare, ji ber şiliya lehî radibe û ji hetanî nika bendên avê û pire hilweşiyan, bi sedan xanî di binê avê da man.

Rayedarên ji Îranê di daxuyaniyên xwe yên berê da diyar kiribûn ku li tevahiyê welêt ji ber lehiyê 23 kes mirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE