Di lehiyên li Almanyeyê rabûn da heta niha 81 kesî can da

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) ku spart berdevkê polêsan ê Koblenzê li eyaleta Rheinland-Pfalzê hejmara kesên di lehiyan da can dan gihîşt 50yî.

Di lehiyên li Almanyeyê rabûn da heta niha 81 kesî can da

Li Rheinland-Pfalz û Bakûr-Ren Vestfalyaya eyaletên Almanyayê ji ber barana zêde lehî rabûn û heta niha 81 kes mirin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) ku spart berdevkê polêsan ê Koblenzê li eyaleta Rheinland-Pfalzê hejmara kesên di lehiyan da can dan gihîşt 50yî.

Hatibû gotin ku li eyaleta Bakur Ren Vestfalyayê jî 31 kesî can daye.

Ji hêla din va hat gotin ku rêveberiya herêma Ahrweilerê ya ser eyaleta Rheinlan-Pfalzê jî diyar kir ku 1300 kes winda ne û li herêmê ji ber têlefon naşixulin jî ji gelek kesan tu xeber tuneye.

Hat ragihandin ku li gelek herêmên herdu eyaletan jî ji ber lehî rabûnê gelek mal hilweşiyan, kuçe û kolan di bin avê da man û gelek mal jî li ber hilweşînê ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE