Komîteya Meclisa Nûneran a ku lêpirsîna Avêtina ser Kongreyê ya di 6ê Rêbendanê da li Amerîkayê qewimî bû birêva dibe ragihand ku ji bo îfadeyê wan gazî 4 kesên bi Serokê berê Donald Trump ra têkiliya wan heye, kirin.
Komîteyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand wan gazî 4 kesan kir. Mark Meadows, Daniel Scavino, Kashyap Patel û Stephen Bannon wê di 14 û 15ê Cotmehê da der heqê îdiayên Avêtina ser Kongreyê û hewla derbeyê da îfadeyê bidin.
Hat gotin ku tê îdiakirin ev 4 kesên hanê berî 6ê Rêbendanê di mijara Avêtina ser Kongreyê û guherandina encamên hilbijartinê da bi Trump ra têkildar bûn.
AA