Di Lûtkeya G-7ê da 68 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya Lûtkeya G-7ê ya ku li Biarritza bajarê Fransayê tê lidarxistin da 68 kes hatin binçavkirin

Di Lûtkeya G-7ê da 68 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya Lûtkeya G-7ê ya ku li Biarritza bajarê Fransayê tê lidarxistin da 68 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Waîtiya Pyrenees-Atlantique da hat diyarkirin ku di çarçoveya Lûtkeya G-7ê da 68 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da nehat gotin ku gelo li ku derê hatine binçavkirin û rewşa wan çawa ne.

Wekî mayîn ji bo lûtkeyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan. Bi taybetî ji ber îhtimala êrîşa terorê 13 hezar û 200 polês û 450 wezîfedarên agirkujiyê wê li ser kar bin.

Lûtkeya G-7ê ya 45an di mazûvaniya Fansayê da li bajarê Biarritzê tê lidarxistin.

Çalakvanên dijî lûtkeyê li der û dora Biarritzê çalakiyan li dar dixin. Çalakvanan do li Hendaye û Bayonneya bajarokên li nêzî Biarrritzê protesto kiribûn.

Polêsên Bayonneyê midaxele kiribûn û bûyer derketibûn, di bûyeran da 17 kes hatibûn binçavkirin, 4 polês birîndar bibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE