Welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şerê naxweyî yê li welatê xwe revîn û hatin Tirkiyeyê vegera ber bi herêmên bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji rêxistinên terorê hatin paqijkirin didomînin.
Komeke welatiyên Sûriyeyê ya di nav da jin û zarok jî hene û li hin bajarên cuda yên Tirkiyeyê dijîn di çarçoveya "Bernameya Vegera Dildarî" da piştî temamkirina karûbarên li Midûriyeta Îdareya Koçê ya Tesîsên Sitarbûnê ya Oncupinarê li minîbêsan siwar kirin.
Welatiyên Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê ra derbasî herêmên bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji YPG/PKK û DEAŞa rêxistinê terorê hatin paqijkirin bûn.
Etmen Hemzeyê welatiyê Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 4 sal berê ji welatê xwe hat Tirkiyeyê.
Hemze got dema ku li Tirkiyeyê bûn alîkarî dîtin û wiha axivî: "Xwedê ji rayedarên Tirkiyeyê û gel razî be zehf baş mazûvaniya me kirin. Êdî dema wê hat ku vegerên welatê xwe malên xwe."
Hat ragihandin ku di meheke dawîn da 3 hezar welatiyên Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe.
Ji sala 2015an vir da di çarçoveya "Bernameya Vegera Dildarî" da kêmzêde 350 hezar welatiyên Sûriyeyê vegeriyan cî û warên xwe.
AA