Serokê Saziya Alîkariya Acîl ya Îranê Pîr Huseyîn Kulîwend daxuyanî da Ajansa Nûçeyan ya Fars û diyar kir ji ber îzdihama di merasima cinazeyê Silêmanî da 40 kes mirin û 213 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan goristana ku wê cinaze lê bihata definkirin li çiyayekî bû û ji ber ku Îraniyên beşdarî merasimê bûn derketine ciyên bilind hejmara kesên ji ber îzdihamê mirin zêde ye.
Ji ber îzdihamê merasima cinaze sekinî û definkirina cinaze hat taloqkirin.