"Di mijara fikarên Tirkiyeyê da ez hesas im"

Lindsey Grahamê Senatorê Komarparêz ê li Amerîkayê diyar kir ew qisaweta ewlehiya Tirkiyeyê ya ji ber YPG/PKKya rêxistina terorê fehm dike û îdia kir ku ew di mijara fikarên Tirkiyeyê da hesas e

"Di mijara fikarên Tirkiyeyê da ez hesas im"

Lindsey Grahamê li Amerîkayê Senatorekî Komarparêz ê û ji pêşengên siyasetê yek e got: "Ez hêvî dikim xebatên me yên li Sûriyeyê ewlehiya Tirkiyeyê nexe nav talûkeyê û em rêyeke ku Tirkiye jî xwe di nav ewlehiyê da bihesibîne, bibînin."

Grahamê endamê Komîteya Têkiliyên Derva yên Senatoya Amerîkayê ku beşdarî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump li Senatoyê bi senatorên Komarparêz ra kiribû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û pirsa der barê piştevaniya didin YPG/PKKê bersivand.

Ji Graham hat pirsîn ku sê sal berê wî wezîrê berê yê Parastina Amerîkayê Ashton Carter ji ber Amerîka piştevaniyê dida YPG/PKKya rêxistina terorê rexne dikir û niha jî ew bi xwe vê piştevaniyê tê dayîn diparêze û ji bo vê nakokiyê jî Graham îdia kir ku YPG di mijara têkoşîna li dijî DEAŞê da alîkariya Amerîkayê kir û ji ber vê jî divê Amerîka kesên alîkarî danê neterikîne.

- "Di demeke nêz da dibe ku ez biçim Tirkiyeyê"

Senatorê Komarparêz diyar kir ku ew qisaweta ewlehiya Tirkiyeyê ya ji ber YPG/PKKya rêxistina terorê fehm dike û îdia kir ew di mijara fikarên Tirkiyeyê da hesas e û wiha pê da çû: "Ev demeke dirêj e ku ez vê yekê dibînim. Ev rewşeke pir hesas e. Em naxwazin hevkarên xwe yên ku li wê derê bi neyarekî sosret ê mîna DEAŞê ra şer kirine bi tenê bihêlin. Lê ez Tirkiyeyê ji ber hin pirsgirêkên bi hin hêzên YPGyê ra diqewimin baş fehm dikim. Ez hêvî dikim xebatên me yên li Sûriyeyê ewlehiya Tirkiyeyê nexe nav talûkeyê û em rêyeke ku Tirkiye jî xwe di nav ewlehiyê da bihesibîne, bibînin. Ji bo em li ser van meseleyan xeberbidin dibe ku di demeke nêz da ez herim Tirkiyeyê."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE