Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy got di mijara rawestandina mizakereyên bi Rûsyayê ra da rîskên mezin hene.
Zelenskiy daxuyanî da rojnamevanên Polonyayî û li ser şerê Rûsya û Ukraynayê axivî.
Zelenskiy behsa mizakereyên bi Rûsyayê ra kir û wiha got: "Di mijara rawestandina mizakereyan da rîskên mezin hene. Ev bi encama cihên ku artêşa Ûris ketiyê ra eleqedar e. Em naxwazin di şanoyeke siyasî ya ku lîstikvanek tenê lê dilîze da cih bigirin. Aliyê Ûris di serî da pevguhertina dîlan qebûl kir, lê paşê ev çênebû."
Zelenskiy got ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin divê her du serok rasterast hevdîtinê bikin.
Zelenskiy anî ziman li Kîevê hin gorên komî yên nû hatine dîtin û heta niha di gorên wek van da cesedê 900 kesan hatine tesbîtkirin.AA