"Di mijara Sûriyeyê da nediyarî ji holê ranebûn"

Emmanuel Macronê Serokkomarê Fransayê: "Em ji bo ewlehiya erdên Tirkiyeyê bi fikar in. Lêbelê em naxwazin ji bîr bikin ku kê li dijî DEAŞê têkoşîn daye."

"Di mijara Sûriyeyê da nediyarî ji holê ranebûn"

Emmanuel Macronê Serokkomarê Fransayê diyar kir ku nediyariyên di mijara Sûriyeyê da ji holê ranebûne, ji bo têkoşîna dijî DEAŞê û terorê îrade heye.

Macron bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Borîs Johnsonê Serokwezîrê Îngiltereyê ra piştî Lûtkeya Çaralî ya li ser Sûriyeyê ya li Londrayê hat lidarxistin daxuyanî da çapemeniyê.

Macron got dibê di mijara penaberan da hevkarî dewam bike û wiha axivî: "(Di mijara Sûriyeyê da) Hemû nediyarî ji holê ranebûne. Ji bo têkoşîna dijî DEAŞê û terorê îradeyek heye. Ev ji bo min girîng e."

Macron got di navbera serokan da cudahiya fikran heye ku gelo ji bo bidawîkirina krîza li Sûriyeyê xebat dewam bikin an nekin.

Macron diyar kir ku di mijara Libyayê da jî axivîn, di vê mijarê da girîngiyê dide berjevendiyên Rêveberiya Rûman a Qibrîsa Başûr.

Emmanuel Macron got, "Di vê civînê da 3 mijarên min ji bo Sûriyeyê gotin me li ser li hev kir, ev di bîra min da ye."

Der barê têkiliya wî bi Erdogan ra ji Macron pirsîn li ser vê wiha axivî: "Firsend çêbû min pê ra rûbirû xweberda. Ez rêzê nîşanî her kesî didim. We nebihîstiye ku min ji bo yekî bêrûmetî kiribe. Her kes berpirsyariya xwe hildide ser xwe. Ez rêzê nîşanî gelê Tirk didim."

Macron bal kişand ku di hin mijaran da bi Tirkiyeyê ra li hev nakin, ev civîna bû sedema pêşketina mijara Sûriyeyê. Macron destnîşan kir ku di meseleya YPGyê da jî bi Tirkiyeyê ra li hev nakin û wiha pê da çû: "Di mijara PKKyê da nediyariyek tune. Fransa (PKKyiyan) wekî terorîst qebûl dike, şermezar dike û didarizîne."

Macron bal kişand ser YPGyiyan û wiha got: "Em nikarin bi tevahî wekî terorîst qebûl bikin. (Serokkomar Erdogan) vê qebûl nake. Di vê mijarê da me îro jî li hev nekir."

Macron axaftina xwe wiha domand: "Em ji bo ewlehiya erdên Tirkiyeyê bi fikar in. Lêbelê em naxwazin ji bîr bikin ku kê li dijî DEAŞê têkoşîn daye."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE