Di mijara Sûriyeyê da Trump tenê hat hiştin

Serokê DYAyê Trump piştî ku biryar da ku eskerên Amerîkayê li Sûriyeyê ji qada ku Tirkiye wê operasyonê bike vekişe û di vê operasyonê da ewê tu aliyekî negre bi tundî tê rexnekirin...

Di mijara Sûriyeyê da Trump tenê hat hiştin

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî biryara Sûriyeyê senatorên nêzîkî wî jî di nav da ji hêla Partiya Komarparêzan va tenê hat hiştin.

Serokê DYAyê Trump piştî ku biryar da ku eskerên Amerîkayê li Sûriyeyê ji qada ku Tirkiye wê operasyonê bike vekişe û di vê operasyonê da ewê tu aliyekî negre bi tundî tê rexnekirin

Graham Trump bi tundî rexne kir

Senator Lindsey Grahamê ji koma Komarparêzan e û di demên dawîn da nêzîkî Trump bû ji ber biryara Sûriyeyê bi tundî Trump rexne kir.

Graham terorîstên YPG/PKKyî wek hêzên Kurd ên alîkariya Amerîkayê kirin ku DEAŞ hat têkbirin bi nav kir û got biryara Trump ne biryareke biaqil e.

Graham li dijî Tirkiyeyê çend caran gef xwar û got heke ew bikeve Sûriyeyê wê bedeleke giran bide, mueyîde bên danîn.

"DEAŞa rêxistina terorê jî wê ji nû va zindî bibe"

Serokê Senatoya Partiya Komarparêz Mîtch McConnell jî roja duşemê bi daxuyaniyeke nivîskî va Trump rexne kir û got vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wê bi tenê ji bo Rûsya, Îran û rejima Beşer Esed baş be û DEAŞa rêxistina terorê jî wê ji nû va zindî bibe.

Mîtch McConnell wiha got: "Ez bangî Serokê Amerîkayê (Donald) Trump dikim ji bo berdewamiya têkoşîna dijî DEAŞê û rêlibergirtina pevçûna di navbera Tirkiyeya ku mutefîqê me yê NATOyê ye û hevkarên me yên herêmî yên ji Sûriyeyê (YPG/PKK) da bila serokatiya xwe ya Amerîkayê bi kar bîne."

Ji bilî Graham û McConnell gelek Komarparêzan jî daxuyandin ew piştgiriyê nadin vê biryara Trump.

Ji senatorên Komarparêz Rand Paul ji wan kesan yek e ku piştgirî da Trump. Paul got Trump tekane serokê Amerîkayê ye ku soza "vekişîna ji şerên bêdawî" girtiye û biryara wî jî gaveke wêrek e.

Di çapemeniya Amerîkayê da mijara sereke Tirkiye ye

Çapemeniya Amerîkayê ji roja ewil vir va dijî biryara Trump diaxive û nûçeyên dibêjin "Trump îxanet li Kurdan kir" diweşîne.

Daxuyaniya Qesra Spî ya der barê axaftina Erdogan û Trump, daxuyaniya Trump ya ku got ewê di 13ê Mijdarê da li Qesra Spî wê mazuvaniya Erdogan bike û herî dawîn jî daxuyaniya Erdogan a ku got Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir di çapemeniya Amerîkayê da mijara sereke bû.

Kanala CNNa Amerîkayê daxuyaniya Qesra Spî da û wiha got: "Qesra Spî got Tirkiye wê yekîneyên xwe bişîne bakurê Sûriyeyê, Amerîka jî wê eskerên xwe ji herêmê vekişe. 

Amerîkayê bi vê biryarê dijî hêzên Kurd ku Tirkiyeye êrîşê li wan bike destûr da. 

Li kanala CNNê maqaleya Nîck Paton Walshê ku 8ê cotmehê nivîsibû bi sernava "Îxaneta Trump ya ji Kurdan ra kir, ji bo Putîn û Esed diyarî ye" hat weşandin. 

Foxa kanala Amerikayê behsa operasyonê kir. Di nûçeya Foxê da wiha hat gotin: "Trump beriya operasyona Tirkiyeyê eskerên xwe ji bakurê rojavayê Sûriyeyê vedikişîne. Rayedarên Pentagonê şaş û metal man."

Kanala Fox Newsê di nûçeyê da behsa vekişîna eskerên Amerîkayê kir û wiha gotin: "Tirkiye li Sûriyeyê êrîşa biçek dike. Şervanên Kurd gotin Tirkiye li herêmê êrîşên esmanî dike."

Li Pentagonê rojeva sereke Tirkiye ye

Bi hinceta ku daxwazên Tirkiyeyê bi cih nehatin, loma midaxeleyî bakurê rojhilata Sûriyeyê dike. Pentagon ji bo midaxeleyê rastî pirsan hat.

Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Albay Patrick Ryder li ser mijarê wiha got, "Em mekanîzmaya ewlehiyê disepînin. Ji bo vê yekê pêşketin dewam dike. Ne tenê ji bo fikarên ewlehiyê yên meşrû yên mitefîqên me yên Tirk, ji bo ku DEAŞ paşve venegere û mayînde têk biçe jî em dixwazin bi hev ra ji nêz va bixebitin. Em di ferqê da ne ku gelek karên divê werin kirin hene, lêbelê em pê bawer in ku pêşketin çêbû."

Pentagonê di daxuyaniya xwe ya duyemîn da seba biryara Trump a ser Sûriyeyê wiha got, "Wezîrê Parastinê Mark Esper dawiya hefteyê bi Sererkan Orgeneral Mark Milley, Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Balyoz Robert C.O'brien û Serok ra di nav têkiliyê da bûn."

"Amerîka wê tev nebe"

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman daxuyaniya nivîskî da û bi eşkere got ku Amerîka piştgiriyê nade vê operasyonê.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Wezareta Parastinê weke ku Serok jî got piştgiriyê nade operasyona ku Tirkiye dibe ser Bakurê Sûriyeyê. Hêzên Çekdar ên Amerîkayê piştgiriyê nadin vê û wê tevî operasyoneke wiha nebin."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Wezîr Esper û Sererkan Milley ji hevkarên xwe yên Tirk ra gotin ku gavên yekalî wê ji bo Tirkiyeyê bibin rîsk. Weke ku Serok jî got Tirkiye bi welatên din ên Ewropayê ra wê bibin berpirsê şervanên DEAŞê yên ku di operasyonan da hatine girtin."

Dema ku operasyonê dest pê kir Berdevka Pentagonê Yarbay Carla Gleasonê wiha gotibû, "Tirkiye ji aliyê Navenda Operasyona Esmanî ya Yekbûyî va ji Fermana Wezîfeya Hewa hat derxistin, ji bo Tirkiyeyê daneyên kewş û çavdêriyê hatin sekinandin."

Di daxuyaniya dawîn a ku ji Pentagonê hat dayîn da jî wiha hat gotin, "Wezaret ji bo îstiqrarê pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê avakirina herêma ewle diparêze. Ji bo ewlehiya eskerên Amerîkayê yên bakurê Sûriyeyê em ji rêya midaxeleya muhtemel a Tirkiyeyê vekişiyan." AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE