Li Iraqê di nav hefteyekê da cara duduyan bi fuzeyê êrîşî Taciya Baregeha Eskerî ya ku eskerên Amerîkayê û yên koalisyona navneteweyî lê ne kirin.
Rayedarên Iraqê yên daxuyanî dan medyaya herêmî diyar kirin ku bi fuzeyê êrîşî Taciya Baregeha Eskerî ya li bakurê Bexdayê kirin.
Rayedaran agahî nedan ku gelo di êrîşê da tiştek bi tu kesî hatiye yan na.
Wekî mayîn medyaya herêmî dîmenên êrîşê parvekirin, di dîmenan da tê dîtin ku ji herêmê dû radibe.
Di 11ê adarê da bi fuzeya katyuşayê êrîşî Taciya Baregeha Eskerî kiribûn, di êrîşê da 2 eskerên Amerîkayê û eskerekî Îngiltereyê hatibûn kuştin û 12 esker jî birîndar bûbûn.
AA