Di navbera artêşa Iraqê û PKKyê da pevçûn

Hat ragihandin, li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê hêzên ewlekariyê û rêxistina terorê PKK bi hev çûn.

Di navbera artêşa Iraqê û PKKyê da pevçûn

Hat ragihandin, li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê hêzên ewlekariyê û rêxistina terorê PKK bi hev çûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Medyaya Ewlekariyê ya Serokwezîriya Iraqê da hat destnîşankirin ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê li Mûsilê xwestin ji xala kontrolê ya eskerî ya Tûxaya 72yemîn a Fermandariya Operasyonên Neynewayê derbas bibin. Lêbelê hêzên Iraqî destûr nedan vê yekê û dû ra di navbera hêzên ewlekariyê û PKKyiyan da pevçûn derket.

Hat destnîşankirin ku di pevçûnê da 2 eskerên Iraqî hatin kuştin, 5 terorîstên PKKyî jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Şengalê Mehme Xelîl jî diyar kir ku pevçûna navborî li bajarokê Sinûnê yê Şengalê rû da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE