Di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da li Qerebaxa Çiyayî agirbest hat îlankirin

Eliyew daxuyand di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da li ser Qerebaxa Çiyayî bi hevkariya Rûsyayê danezaneke hevpar hat îmzekirin û madeyên wê danezanê xwend.

Di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da li Qerebaxa Çiyayî agirbest hat îlankirin

 Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyew daxuyand di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da li ser Qerebaxa Çiyayî bi saeta Moskovayê ya ji saet 00:00î pê va agirbest hat îlankirin.

Eliyew der barê şerê Qerebaxa Çiyayî da bangî gel kir.

Eliyew daxuyand di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da li ser Qerebaxa Çiyayî bi hevkariya Rûsyayê danezaneke hevpar hat îmzekirin û madeyên wê danezanê xwend.

Eliyew wiha got: "Ermenistanê heta 15ê mijdarê Kelbecerê, heta 20ê mijdarê Axdamê û 1ê çileya paşîn jî Laçînê wê bide Azerbeycanê. 1960 eskeên biçek ên ji hêzên Rûsyayê yên aştiyê wê li ser korîdora Laçînê ûû xeta Qerebaxa Çiyayî bi cih bibin. Hêzên aştiyê yên Ûris wê 5 salan li vir bimînin, heke herdu alî îtiraz nekin ev wê bê dirêjkirin."

Eliyew ji ber piştgiriya wî ya heta niha spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku û wiha dewam kir: "Di danezana îro da hêzên aştiyê yên hevpar ên Rûsya û Tirkiyeyê wezîfe dikin. Ji bo têkiliyên herêmê em rêyeke nû çêdikin."

Seliyew got ev agirbest nayê wê meneyê ku Ermenistan têk çû û wiha dewam kir: "Paşînyan agirbestê bi daxwaza xwe na, bi saya kulma hesinî ya Azerbeycanê îmze kir. Ji 27ê îlonê vir va nêzîkî 300 cih hatin rizgarkirin ku vê yekê pişta artêşa Ermenistanê şikand."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE