Di navbera hêzên Taliban û Îranê da ji ber "şaşfêmkirina sînor" pevçûn derket

Di navbera hêzên Taliban û Îranê da ji ber "şaşfêmkirina sînor" pevçûn derket

Li eyaleta Nîmruzê ya li ser sînorê Îran û Efxanistanê di navbera hêzên Taliban û Îranê da ji ber "şaşfêmkirina sînor" pevçûn derket.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya nêzîkî Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya Îranê, li eyaleta Nîmruzê li herêma Şegalekê hêzên Talibanê ji ber ku cotkarên Îranî ji sînor derbas bûne gule berdan.

Îran ji bo ku rê li ber qaçaxçiyan bigire çend sed kîlomêtro aliyê sînorê Efxanistanê dîwarek ava kiriye. Cotkarên Îranî dema ji vê dîwarê derbas bûn hêzên Talibanê hew zanibûn ku sînor tê binpêkirin û gule berdan. Li ser vê hêzên Îranê jî gule berdan û di navbera herdu aliyan da pevçûn derket.

Hat ragihandin pevçûn dawî bû, lê der barê ji herdu aliyan kes mir an jî birîndar bû da tu agahî nehat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE