Di navbera Iraq û Îranê de 5 rêkeftin hatin îmzakirin

Di civînê de herwiha di mijara asankariya vîzeyê ji bo veberhêner û karsazan de li hev kirin.

Di navbera Iraq û Îranê de 5 rêkeftin hatin îmzakirin

Di navbera Iraq û Îranê de di warên weke neft, bazirganî, tendirustî, veguhastin û vîzeyê de rêkeftin hatin îmzakirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê, civîna ku Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî û Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî jî tê de amadebûn, di warên weke neft, bazirganî, tendirustî, veguhastin ku ji înşakirina rêya hesinî di navbera Besra û Şelemçeyê (aliyê Îranê) pêk tê de rêkeftin hatin îmzakirin.

Di civînê de herwiha di mijara asankariya vîzeyê ji bo veberhêner û karsazan de li hev kirin.

Pervîz Îsmaîliyê Cîgirê Berpirsê Ragihandin û Têkiliyên bi Gel re yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiribû ku "Di hevdîtina Rûhanî û Evdilmehdî de biryar hat dayin ku ji meha nîsanê pê ve ji bo welatiyan herdu welatan vîze bê pere be."

Serokomarê Îranê îro serdana Bexdayê kir û digel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Adil Evdilmehdî civiya.

Tê çaverêkirin ku Rûhanî di çarçoveya serdana xwe ya 3 rojî de li Necefê digel lêvegerê Şîî Ayetullah Elî Sîstanî û rayedarên din ên siyasî û dinî bicive.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE