Di navbera mixalifên eskerî yên Sûriyeyî da agirbest çêbû

Li Îdlib, Heleb û Hamaya navçeyên Sûriyeyê şerê navbera mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê sekinî

Di navbera mixalifên eskerî yên Sûriyeyî da agirbest çêbû

Li Îdlib, Heleb û Hamaya navçeyên Sûriyeyê şerê navbera mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejima Beşşar Esed sekinî û agir best çêbû.

Di navbera Eniya Azadkirinê ya Neteweyî ku şaxeke Artêşa Azad a Sûriyeyê ye, û Heyeta Tehrîr Şamê da agirbest çêbû.

Bi peymana ku di navbera herdu aliyan da hat çêkirin da li tevahiya Îdlibê agirbest wê çêbibe, kom li tevahiya bajêr wê xendekên ku vedane tije bikin, sîperan rakin û hêsîran taqas bikin.

Hereketa Nûreddîn Zengî ku şaxeke Eniya Azadkirina Neteweyî ye û Heyeta Tehrîr Şamê di 30ê berfanbarê da dest bi şer kiribûn, pevçûn paşê pekiyabû tevahiya Îdlibê û devera çiyayî ya Hamayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 12:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE