Di navbera qesra spî û senatoyê de dubendî

Dubendiya “Kaşikçi” ya di navbera Qesra Spî û Senatoyê de dewam dike...

Di navbera qesra spî û senatoyê de dubendî

Li Emerîkayê ji ber kuştina kaşikçi di navbera qesra spî û senatodubendî dewam dike. Donald trump diyar kir ku wê bersivê nede daxwaza senatoyê. Ji trump hatibû xwestin ku di nav 120 rojî de, derbarê kuştina kaşikçi de berpirsiyariya welîaht prens heye an tune ye, eşkere bike.

Di meseleya kuştina Kaşikçi de, berpirsiyariya Prensê Weliaht ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman, di navbera Qesra Spi û Senatoya Emerîkayê de bû sedama pirsgirêkan.

Trump diyar kir ku wê bersivê nede daxwaza Senatoyê. Ji Trump xwestibûn ku di mijara Kaşikçi de rola Prensê Welîaht ê Siûdî heye an tune ye, di nav 120 rojî de bê diyarkirin.

Kongeraya Emerîkayê jî daxuyanî da û hat got: “Di rojên borî de kesî tu tişt neda me, lê em li bendê ne ku serê heftê raporek bikeve destê me.”

Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî jî got: “Trump, wê mafê xwe yê bê dengiyê bi kar bîne. Wê bersivê nede daxwazên komîteyê.”

Washington Postê jî geşedan wiha perve kirin :” Qesra Spî, daxwaza Kongreyê ya derbarê Kaşikçi de qebûl nekir, wê raporê neşîne.”

Pisporên Emerîkî jî dibêjin: “Qesra Spî wê bersiveke dûrî ji berpirsiyariyê bide. Wê raste rast Selman nîşan nede.”

Hat diyarkirin ku heke Qesra Spî bersivê nede Senatoyê wê hin senator, pêşnumayeke qanûnê ya nû amade bikin. Wê di pêşnumayê de têkiliyên Emerîka û Erebsîtana Siûdî, Şerê Yemenê û Kuştina Kaşikçi hebin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE