Qeter û DYAyê derbarê fealiyetên deryayî, di çarçoveya sererastkirina îcrayê de di navbera Wezaratên wan ên Berevaniyê de peymaneke eskerî îmza kirin.
Li gorî nûçeya QNAya ajansa fermî ya Qeterê, Fermandarê Hêza Deryayî ya Qeterê Ebdullah bin Hesen Suleytî û Fermandarê Hêza Deryayî ya Fermandariya Navendî ya Rojhilata Naverast a DYAyê Koramiral Samuel Paparo peymana deryayî ya eskerî îmza kirin.
Sererkanê Qeterê Xanim bin Şahîn Xanim di merasima îmzakirina peymanê de amade bû.
Ji aliyekî din ve di dîdara di navbera Sererkan Xanim û Paparo de, mijarên weke geşepêdana hevkariya eskerî û têkiliyên dualî yên di navbera herdu welatan de hatin gotûbêjkirin.
AA