Di navbera Îran-Pakistanê da têl wê bê kişandin

Di navbera Îran-Pakistanê da têl wê bê kişandin...

Di navbera Îran-Pakistanê da têl wê bê kişandin

Fermandarê Hêzên Başûr ê artêşa Pakistanê Korgeneral Asim Salim Bajva daxuyand hefteya bê pê va wê têleke 950 kîlomêtroyî di navbera Îran-Pakistanê da bê kişandin.

Bajvayê li bajarê Kuettayê beşdarî civînekê bû got ewlehiya li ser sînor eyaleta Belucistanê di serî da ji bo hemû Pakistanê meseleyeke girîng e.

Bajva got li ser sînorê Efxanistanê têl hatiye kişandin, 370 kîlomtêro temam bûye, hefta bê jî têleke 950 kîlomêtroyî wê di navbera Îran-Pakistanê da bê kişandin.

Di meha sibatê da êrîş li hemberî Parastvanên Şoreşê yên Îranê hatibû kirin. Îranê ji ber kêmasiya ewlehiya sînor Pakistan rexne kiribû û gotibû rêxistinên êrîşî Îranê dikin ji Pakistanê êrîşan dikin.

Li ser vê berdevkê artêşa Pakistanê Asif Gafur daxuyandibû ji bo ku terorîst ji sînor derbas nebin ewê têlê bikşînin sînorên Efxanistan û Îranê.

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE