Di navbera Îran û PDKÎyê da pevçûn: 2 kuştî

Li Serdeşta bajarê li ser sînorê Iraqê yê Îranê di navbera Artêşa Mihafizên Şoreşê û milîtanên Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya Îranê da pevçûn derket û di pevçûnê da 2 milîtan hatin kuştin

Di navbera Îran û PDKÎyê da pevçûn: 2 kuştî

Li Serdeşta bajarê li ser sînorê Iraqê yê Îranê di navbera Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û milîtanên Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) da pevçûn derket û di pevçûnê da 2 milîtan hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê hat diyarkirin li Serdeşta bajarê eyaleta Azerbaycana Rojava dijî failên suîqesta ku rojek berê li bajarê Pîranşehrê hat kirin û mihafizekî şoreşê hat kuştin operasyon hat kirin.

Hat diyarkirin di operasyonê da 2 milîtanên PDKÎyê ku Îran wê wek rêxistina terorê qebûl dike hatin kuştin û milîtanek jî sax hatiye qefaltin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE