"Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da fikreke cuda tune"

Dmitriy Peskovê Berdevkê Kremlînê diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da di mijara çareserkirina Îdlibê da fikreke cuda tune

"Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da fikreke cuda tune"

Dmitriy Peskovê Berdevkê Kremlînê diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da di mijara çareserkirina Îdlibê da fikreke cuda tune.

Peskov axaftina li ser têlefonê ya Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê û Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê ji rojnamevanan ra nirxand.

Peskov diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da di mijara çareserkirina Îdlibê da fikreke cuda tune û wiha axivî: "Dibê em li vê derê agirbestê pêk bînin. Dibê êrîşên li ser herêmên eskerên Rûsyayê lê hene yên wekî Himeymîm û Îdlibê werin sekinandin."

Peskov mijara kirîna sîstema S-400a sîstema parastina hewayê ya Tirkiyeyê nirxand û wiha pê da çû: "Peyman bi rastî hê derbas dibe û di asta pêkanînê da ye. Tirkiyeyê çend caran teyîd kir ku li ser peymana xwe ye."

Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê û Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê pêr li ser têlefonê axivîbûn û gotibûn dibê li Îdlibê agirbestê pêk bînin û pey ra jî pêvajoya çareserkirinê ji nû va bidin destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE