YPG/PKKya rêxistina terorê guleya tacîzê berda Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku li bakurê Sûriyeyê navçeya Ezazê bi cih bûye, piştî guleyên tacîzê di navbera herdu aliyan da pevçûn derket.
Duh derengê şevê terorîstên YPG/PKKyî yên ku li rojavayê bajarê Cibrînê bi cih in, li navçeya Mareya herêmên Ezazê xwestin êrîşî hêzên Artêşa Azad bikin.
Li ser vê di navbera herdu aliyan da pevçûn derket. Pevçûn heta derengê şevê dewam kir.
Til Rifat dikeve başûrê rojhilata Efrînê û başûrê Ezazê û 3 sal in di bin dagirkeriya rêxistina terorê da ye.
YPG/PKKya rêxistina terorê gelek caran êrîşan navçeyên Ezaz, Bab, Cerablus, Mare û Efrînê.
AA