Di operasyona Amerîka û YPG/PKKyê da 13 sivîl hatin kuştin

Hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da û YPG/PKKya rêxistina terorê ya navê HSDyê bi kar tîne operasyon birin ser Dêrazorê ya bajarê Sûriyeyê û bûn sedema kuştina 13 sivîlan

Di operasyona Amerîka û YPG/PKKyê da 13 sivîl hatin kuştin

Hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da û YPG/PKKya rêxistina terorê ya navê HSDyê bi kar tîne operasyon birin ser Dêrazorê ya bajarê Sûriyeyê û bûn sedema kuştina 13 sivîlan.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên Dêrazorê hatin sitandin, hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da û YPG/PKKya rêxistina terorê ya navê HSDyê bikar tîne ji bo terorîstê DEAŞî derdest bikin bi şev operasyon kirin.

YPG/PKKyiyên ji firokeya Amerîkayê peyayî bajaroka Tîkhiyê bûn gule berî mala endamê DEAŞ tê da bû û malên der û dorê. Bi terorîst ra 13 sivîlên li bajarokê hatin kuştin.

Amerîkayê hê der barê mijarê da daxuyaniyek neda.

YPG/PKKya Amerîka piştgiriyê didê di berfanbara 2018an da DEAŞ ji rojhilatê Dêrazorê ya li nêzî sînorê Iraqê derxistibû û herêm zeft kiribû.

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di 20ê adarê da diyar kiribû ku koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da di îlona 2014an da midaxele kir û ji wê rojê vir da 924ê wan zarok, 656ê wan jin bi tevahî 3 hezar û 35 sivîl hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE