Di pevçûna navbera YPG/PKK û rejima Esed da 3 sivîl hatin kuştin

Di pevçûna navbera YPG/PKK û rejima Esed da 3 sivîl hatin kuştin

Li herêma Aşşarayê ya li başûrê rojhilatê Dêrazora Sûriyeyê di pevçûna navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed da 3 sivîl hatin kuştin.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, ji ber komeke qaçaxçîtiya sotemeniyê dike li herêma Aşşarayê di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed da pevçûn derket.

YPG/PKKya rêxistina terorê êrîşî vê koma ku li ser Çemê Feratê ji gundê Curzî sotemeniyê bi qaçaxî dibe gundê Deblanê êrîşeke biçek kir.

Kom revî gundê Deblanê ya di kontrola rejima Esed da ye û pevçûn derket.

Di pevçûnê da ji gundê Deblan û Greybeyê jê 2 zarok û jinek tevahî 3 sivîl hatin kuştin.

Ji ber ku pevçûn xurt bû bi dehan malbatên li gundê Curzî, Suveydan û Ebu Harduba di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye dijîn û hin malbatên li gundên Deblan û Greybaya di kontrola Esed da dijîn terka malên xwe kirin.

Ji ber komên qaçaxçîtiya sotemeniyê dikin di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed da pevçûn çêdibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE