Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Efxanistan ketiye "qonaxeke xeternak" û di meha dawîn da di pevçûnan da ji 1000î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Deborah Lyonsa Nûnera Taybet a Efxanistanê ya NYyê di brîfînga xwe ya ji bo Konseya Ewlehiyê ya NYyê da got ku bi pêşketina Talîbanê va li Efxanistanê şer ket rewşeke xirabtir û kujer.
Lyonsê got ku "Li pêşiya me ya mizakereyeke aştiyê ya rasteqîn yan jî rewşeke mirovahiyê ya tirsnak, îxlalên mafên mirovan ên zêde dibin û qeyraneke trajîk a ku bi pevçûneke hov ra derbasî hev bûye li benda me ye. Ji sînorên Efxanistanê wêdetir jî dê encamên bobelateke wiha çêbe."
Lyonsê got ku Efxanistan ketiye "qonaxeke xeternak" û di meha dawîn da di pevçûnan da ji 1000î zêdetir sivîl hatin kuştin û diyar kir ku qeyrana li Efxanistanê şerên li Sûriye û Saraybosnayê tîne bîra mirov.
Lyonsê bal kişand ku gelek Efxan hewl didin ku ji welêt derkevin û got ku "Em li bendê ne ku îsal hem bêdestûr hem jî koça bi rêyên qanûnî derkeve du qatî."AA