Di pevçûnên li Libyayê da hejmara kuştiyan derket 147an

Li Libyayê di pevçûnên ku ev 11 roj in dewam dikin da 147 kes hatin kuştin û 614 kes jî birîndar bûn

Di pevçûnên li Libyayê da hejmara kuştiyan derket 147an

Li Libyayê di pevçûnên ku ev 11 roj in dewam dikin da hejmara kuştiyan derket 147an.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO), li Libyayê di pevçûnan da heta niha 147 kes hatin kuştin û 614 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku WHO dê alavên tibî û peywirdarên tenduristiyê bişîne Libyayê. 

Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) jî dest bi operasyona bersivdayînê kiribûn.

Pevçûnên ku li dewrûbera paytext Trablusê gur dibin, ev 11 roj in dewam dikin. 

Di daxuyaniya duh a WHOyê da hatibû ragihandin ku di pevçûnên li Trablusê da 121 kes hatin kuştin û 561 kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE