"Di rojeva xwe da min gefeke çend mezin dibînin"

Wezîrê Îranî Zerîf bi daxuyaniya xwe ya ji ser Twitterê va bertek nîşanî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da ku ew li lîsteya astengkirinan zêde kir.

"Di rojeva xwe da min gefeke çend mezin dibînin"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf diyar kir, ji ber ku li dervayî Îranê milkê wî tuneye, tu bandoreke wê yekê dê çênebe ku rêveberiya Amerîkayê ew li lîsteya astengkirinan zêde kir.

Wezîrê Îranî Zerîf bi daxuyaniya xwe ya ji ser Twitterê va bertek nîşanî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da ku ew li lîsteya astengkirinan zêde kir.

Zerîf di daxuyaniya xwe da wiha got:

"Gelo ji ber ku ez li tevahiya dinyayê berdevkê giştî yê Îranê me, lewma Amerîkayê ez li lîsteya astengkirinan zêde kirim? Ma rastî evqas tehl e? Ji ber ku li dervayî Îranê ne milkekî min û ne jî berjewendiyeke min tuneye, tu bandoreke astengkirinan li ser min û malbata min tuneye. Ez spasiya we dikim ku hûn di rojeva xwe da min gefeke evçend mezin dibînin."

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyandibû ku wan, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf li lîsteya astengkirinan zêde kir. Astengkirin wê yekê qedexe dikin ku Zerîf nikaribe sermiyanên xwe yên li Amerîkayê werbigire û herwiha welatiyên Amerîkayê jî tu peywendiyeke bazirganiyê bi Zerîf ra daynin.

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE